6 komên çekdar ên li Iraqê berdana çekan red kir
Li Iraqê pêvajoya berdana çekan dewam dike. 6 komên çekdar li dijî berdana çekan rabûn û 3 komên çekdar jî ragihandin ku ew amade ne çekan berdin.
Li Iraqê pêvajoya berdana çekan dewam dike. 6 komên çekdar li dijî berdana çekan rabûn û 3 komên çekdar jî ragihandin ku ew amade ne çekan berdin.
Berevajî pêngavên hikûmetê yên ji bo komkirina çekan û hilweşandina komên çekdar, şeş ji wan komên ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya li Iraqê” bi nav dikin, ragihandin ku ew çekên xwe radest nakin.
Berpirsê ewlehiyê yê “Ketaîbê Hizbullah a Iraqê” Ebû Mûcahîd Esaf di daxuyaniyekê de diyar kir kir ku heta “dagirkeriya biyanî” li ser erd û esmanê Iraqê hebe, ew kom çekên xwe daneynin.
Li gorî daxuyaniyê navê her 6 komên çekdar ên çekdanînê red dikin evin:
‘‘Ketaîbê Hizbullah a Iraqê, Ketaîbê Seyîd û Şuheda, Tevgera Nûceba, Seraya Ewliya Eldem, Eshalul Kehef û Ketaîbê Kerbela.’’
Esaf destnîşan kir ku ev kom wê “yekgirtî bimînin” û her wiha erkên wan wê berdewam bikin heta ku “erd tê azadkirin”.
Li beramberî vê yekê, heta niha sê koman bi fermî razîbûna xwe ji bo radestkirina çekan û yekbûna bi saziyên dewletê re nîşan dane.
Her 3 komên ku çek radestî dewletê kirin evin: ‘‘Seraya Selam, Esayîbê Ehlê Heq û Ketaîbê Îmam Elî.’’
Duh “Seraya Selam” li Samarayê çek û baregehên xwe radestî fermandariya operasyonan kirin. Berdevkê fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê ragihand ku komîteyeke navendî dest bi amadekirina mekanîzmayeke hiqûqî kiriye da ku dawî li diyardeya çekdarî bîne û hêzan di bin sîwana dewletê de bike yek.